11 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2015
MALATYA
Cinazeyê Canberk Bakiş (20) ê ku di êrîşa terorê ya li Enqereyê de mir, li memleketê wî Meletiyê hat definkirin.
Serê sibehê cinazeyê bakiş ji Balafirgeha Malatya Erhaçê hildan û bi wesayîtê anîn Goristana Bajarê Meletiyê. Li vir piştî miemeleyan cinaze birin mala bavê wî ya li taxa Baydagiya li navçeya Battalgaziyê. Li ber malê bavî wî Abdullah, diya wî Naîme, kekê wî Bûrak û xwîşka wî Bêrîvanê kelogirî bûn. Bêrîvanê ji bo birayê xwe ev zêmarî got, "Bira ji vir derkeve, wira li te nayê."
Li mala bavê wî piştî ku "helalî" hat stendin cinazeyê Bakiş birin goristana taxê û piştî nimêjê defin kirin.
Bavê wî Abdullah ê ku tê gotin hunermendekî herêmî ye digel diya wî Naîmeyê berdesta lawê xwe hembêz kirin û giriyan.
Xizmên Canberk Bakiş ên ku ji xwe ve çûn di hundirê ambûlansan de hatin tedawîkirin.
Hat zanîn ku bakiş îsal beşa aboriyê ya Fakulteya Zanistên Îqtisadî û Îdarî ya Zanîngeha Adnan Menderesê qazanc kiribû û ji bajarê Aydinê yê ku lê perwerde didît beşdarî mitîngê bibû.