21 Mijdar 2016•Rojanekirin: 22 Mijdar 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê hewaya herî germ di bin sifirê da 19 pile li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolijiyê, tê texmînkirin ku li giştiyê herêmê hewayê ewrsayî û sayî be. Dibe ku serê sibê û bi şev qerm çêbe û cemed bikeve, cî bi cî mij û dûman were.
Li herêmê germahiyê wê zêde neguhere, hin caran bayê çêbibe.
Rayedarên meteorolojiyê ji bo qerm û cemedê hişyarî dan welatiyan ku bila baldar bin.
Li herêmê bi şev hewaya herî germ di bin sifrê da li Erdexanê 19 pile, li Qersê 11 pile, li Erzincanê 7 pile, li Erziromê 6 pile, li Agiriyê 4 pile û li Îdirê jî 2 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê ya herî zêde wê di bin sifrê da li Erdexanê 5 pile, li Qersê 2 pile, li Erziromê 3 pile, li Agiriyê 4 pile, li Erzincanê 7 pile û li Îdirê jî 8 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Qersê santêmek, li Erziromê 2 santêm, li Erdexanê jî 20 santêm hat pîvandin.
Welatiyan nehîştin ku zarokên wan bi tena serê xwe herin dibistanê, bi hev re çûn ku bila zarok di berf û sermayê de zehmetiyê nekşînin.