24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
BITLÎS
Şaredariya Bitlîsê ya bi biryarnameya Wezareta Karên Navxweyî Şaredar lê hat wezîfedarkirin, ji bo welatî serma nekin 7 rawestgehên biklîma çêkir.
Di daxuyaniya şaredariyê da hat destnîşankirin bona welatî serma nekin rawestgehên girtî yên biklîma hatin çêkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin li Bitlîsê şert û mercên zivistanê zor û dijwar in û wiha hat gotin: "Bi taybetî kesên kal, pîr, nexweş û zarok li rawestgehên otobêsan û zor û zehmetiyê dikşînin. Ji bo zivistanê germ bike û havînê jî hênîk bike 7 rawestgehên biklîma hatin çêkirin. Wê hejmara rawestgehên bi vî rengî zêde bibin."
Hat destnîşankirin wê wezîfedarên rawestgehan hebin û rawestgehan kontrol bikin.
- "Berê em li derva rûdiniştin û me serma dikir"
Ji welatiyan Şahîn Çetînkaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got şaredarî xizmeteke gelekî baş dike. Çetinkaya got ku ev xizmet bi taybetî ji bo jin û zarokan gelekî baş bû û wiha axivî:
"Xwezî li hemû kolanan hebûya. Hundirê rawestgehê gelekî xweş û germ e. Li Bitlîsê hewa gelekî sar e. Tiştekî gelekî baş e. Me gelekî eciband."
Halîl Ozun jî got beriya van rawestgehan em gelekî dicemidîn û wiha dewam kir: "Niha rawestgehên sergirtî hatin çêkirin. Berê em gelekî dicemidîn. Em ji waliyê xwe û şaredariyê re gelekî spas dikin."