İbrahim Atmaca
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
BÎTLÎS
Di çarçoveya çalakiyên meha remezanê yên ku Şaredariya Bidlîsê li dar xistin da Berdan Mardînî konser da.
Şaredariya Bidlîsê ku Wezareta Karên Navxweyî cîgirê şaredar lê wezîfedar kir, çalakiyên meha remezanê da destpêkirin û welatî jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyan didin.
Waliyê Bidlîsê û Cîgirê Şaredar Îsmaîl Ustaoglu di konserê da axivî û seba konserê spasiya Mardînî kir.
Mardînî di konserê da stranên xwe gotin û welatî pê kêfxweş bûn.
Namzedê rêza duyem ê parlamenteriyê yê AK Partiyê Vahît Kîler, Serokê Bajêr yê AK Partiyê Nesrullah Tanglay, amirên saziyan û welatî beşdarî konserê bûn.