Önder Beyter
22 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
ANTALYA
Muzîkjenê navdar ê muzîka balkan Goran Bregovîç di pîrozbahiya 25emîn salvegera avabûna holdîngekê da konser da.
Serokê Lijneya Rêveberiya OTI Holdîngê Ayhan Bektaş beriya konsera li The Land Of Legend Thema Park a li Navenda Tûrîzma Belekê ya Serîka navçeya Antalyayê axaftinek kir.
Piştî axaftinê koma Anadolu Ateşiyê derket ser sehneyê.
Di bernameyê da herî dawî jî bestekar, gîtarjen û hunermend Goran Bregovîç derket ser sehneyê. Bregovîç qedera du saetan stranên xwe yên navdar got û kêfa temaşevanan xweş kir.
Gelek mêvanên biyanî û navxweyî li konserê temaşe kirin.