Tirkiye

Foruma Ragihînerên Ciwan a Navneteweyî li Antalyayê dest pê kir

Ayşe Yıldız  | 09.05.2022 - Rojanekırın : 10.05.2022
Foruma Ragihînerên Ciwan a Navneteweyî li Antalyayê dest pê kir

Antalya

 "Stratcom Youth: Foruma Ragihînerên Ciwan a Navneteweyî" ku Serokatiya Ragihandina Serokomariyê û Wezareta Ciwanî û Sporê bi hev ra li dar dixin, li Antalyayê dest pê kir.

Par di çarçoveya "Stratcom Summit: Zîrweya Ragihandina Stratejîk a Navneteweyî" da par di meha berfanbarê da pisporên navdar ên cîhanê û rayedarên payebilind civiyan. Foruma Ragihînerên Ciwan a Navneteweyî" jî wekî çalakiya berdewamiya vê zîrweyê ye û cara ewil tê lidarxistin û deriyê xwe ji ciwanên ragihîner ra vekir.

Foruma ku Serokatiya Ragihandina Serokomariyê û Wezareta Ciwanî û Sporê organîze dike, li Tesîsa Perwerde û Civakî ya Weqfa Xurtkirina Teşkîlata Edaletê (ATGV) hat lidarxistin û bi muzîka Grûba Dogu Ruzgari dest pê kir.

Ji 13 welatan û 42 zanîngehan 100î zêdetir xwendekarên fakulteya ragihandinê û pisporên qada ragihandinê beşdar bûn. Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun bi mijara "Modela Ragihandinê ya Tirkiyeyê" pêşkêşiyek kir.

Serokê Lijneya Giştî û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê Serdar Karagoz, Midûrê Giştî yê TRTyê Zahîd Sobaci, Serokê Bajarê Antalyayê yê AK Partiyê Îbrahîm Ethem Taş, Parlamenterê Antalyayê yê AK Partiyê Mustafa Kose, Rektora Zanîngeha Akdenizê Prof. Dr. Ozlenen Ozkan jî beşdarî organîzasyonê bû.

Di forumê da ji ragihandina stratejîk bigire heta sêwirandina dîtbarî, ji nûçegihantiya şer bigire heta medyaya dîjîtal, ji ragihandina sazûmanî heta vegotinzaniya çîrokan wê heta 11ê gulanê di qada ragihandinê da perwerde, atolye û panel werin dayîn.

- Standa AAyê mazûvaniyê dike

Di bernameyê da AAya ku bi 13 zimanan weşanê dike û rûdanên dinyayê vediguhêze jî stant danî û di standê da berhemên xwe dide nasîn. Kesên ku standa AAyê ziyaret dikin, der heqê paketên dîmen û nûçeyan da agahdar dibin. Her wiha ji beşdarvanan ra qala saziya AAyê da jî agahî tê dayîn.

Midûrê Giştî yê TRTyê Sobaci jî stand ziyaret kir, wî û Serokê Lijneya Giştî û Midûrê Giştî yê AAyê Karagoz li weşanên AAyê nihêrîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.