ANTALYA
Ûlîana Atamana ûkraynî bi Suleyman Ataman re zewicî û hate Antalyayê. Jina ûkraynî gava ku li Antalyayê çû mizgeftan û der barê misilmantiyê de hin agahî girt biryar da ku dê bibe misilman.
Atamana ûkraynî, piştî vê pêvajoyê hate Miftîtiya Antalyayê û bi hizûra Alîkarê Miftiyê Antalyayê Mustafa Aydin û şahidan bîryara xwe ya misilmantiyê eşkere kir û Kelîmeya Şehadet anî.
Atamana ku nû hat ser dînê îslamê hisên xwe wiha anî ziman: "Ez çûm mizgefta Sabanaciyê geriyam. Min hin agahî girt. Him mizgeftê, him jî jiyana misilmanan tesîreke mezin li min kir. Paşê ez bûm misilman. Pir kêfxweş im. Ez dixwazim ku carek din jî Qur'ana Pîroz bixwînim."
Qur'ana Pîroz, îlmîhala Dîyanetê a 2 cild, Meala Qur'ana Pîraz ya bi rusî û pirtûka bi navê 'Merhamet û evîna Hz. Mihemmed' jî dîyarî Atamana ûkraynî kirin