ŞANLIURFA
Şanliurfa, li Tirkiyê di hilberîna pembû de navendeke girîng e. Cotkarên pembû, bi germahiya zêdeyî demsalê kêfxweş bûn.
Serokê Odeya Endezyarên Zîreatê yê Rihayê Doç. Alk. Alî Riza Ozturkmen, ji AAyê re daxuyand ku pempûyê ku weke zêre spî tê nasîn ji germê pir hez dike. Ji bo ku van rojên dawî germahiya hewayê zêdeyî demsalê ye û ev yek ji bo geşedana pempû pir baş e.
Ozturkmen wiha dewam kir:
"Li bajêr pempû dahateke girîng e. Gelek kes debara xwe bi pembû dikin. Bi taybetî di dema geşedanê de pempû hewceyî germahiyê ye. Ev 15 roj in li bajêr germahiya hewayê derkete ser 40 pileyî. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin 'ji bo pempû tiştê lazim ev e.'. Heke di vê demê de avdan û dermankirin baş bê kirin, dê cotkar berekî baş hilînin."
Cotkar Îsmaîl Aykan jî ragihand ku ji ber germahiya hewayê li nav zeviyan xebat zehmet e lê ji bo geşedana pempû germahî pêwîst e.