SİİRT
Di daxuyaniya Şaredariya Sêrtê de hat diyarkirin ku ji bo hemwelatiyên astengdar zêdetir tevlî civakê bibin, ji wan re sendeliyên bi akû kirîne. Ev sendeliyên bi aku dan Abdullay Yilmaz (65), Hayriye Eren (16) û Sabir Ekîk (22).
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heya niha ji bo sendeliyên bi akû 30 astengdaran serlêdan kiriye. Heya niha ji bo 19 astengdaran sendeliyên bi akû kirîne û daxwaza yên din jî dê di demeke nêz de bên bicîanîn.