KARS
Di nav gundiyên Çataka Mezin û Çataka Biçûk de 30 sal berê şerek çebû, 2 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn. Ev bûyer bû sedema doza xwînê.
Serokwezîr Erdogan ji Enqerê Bahattîn Ozbugutu û Qeymeqamê Susuzê Vedat Yilmaz wek qasid şand da ku ev doz bi dawî bibe. Li ser vê gavê malbatên Kiliçaslan û Bozdag hatin li cem hev û xwarin xwarin. Waliyê Qersê Eyup Tepe piştî lihevhatinê herdu malbat pîroz kir û got ku doza xwînê tiştekî ne baş e.
Piştî xwarinê Qur'an hat xwendin û malbatên dijmin hevdu hembêz kirin û li hev hatin.