ŞANLIURFA
Li navçeya Heranê Sûrîyên ku di konteyniran de dijîn pêşangeheke tiştên ku bi keda destên xwe çêkirine, amade kirin.
Alîkarê Walî Aylîn Kirci Duman, Alikarên Serokê Şaredêr Fevzî Yucetepe û Mustafa Aydin û Qeymeqamê Heranê Selamî Yazici pêşangeha ku li salona şaredariyê hat lidarxistin, vekirin. Berpirsyarên ku li pêşangehê geriyan ji peywirdaran agahî hildan. Di pêşangehê de wêneyên Atatirk, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Ewlehî Civak û Xebatê Faruk Çelik jî hene.
Qeymeqamê Heranê Selamî Yazici diyar kir ku 6 meh ewil ev konteynir vekirine û 13 hezar û 300 kes li wir dimînin. 4 hezar û 700 xwendekar li gor mufredata Suriyê tên perwerdekirin.Yazici îfade kir ku Surî taybetî bi kursên wêne û hunerên destan re eleqedar dibin. her wiha got ku berhemên 500 penaberan li wir hene û wiha pê de çû:
"Piştî perwerdeyeke 6 mehan, me pêşangeh vekir. Em kursa xalîçeçêkirinê, komputerê, wêne û pîşeyan li dar dixin. Ji bilî vê em dixwazin ku ew li vir dema xwe bi kêfxweşî bikin. Em hewl didin ku dema ew vegerin welatê xwe bila ji bo Tirkiyê tiştên baş di hişê wan de cih bigire. Em dixebitin ku biratiyeke wek ensar û mihaciran pêk bê."
Pêşangeh wê heftekê dewam bike.