Sevim Hatun
05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
BITLİS
Ekîbên Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariya Bitlîsê, bi slogana "Bitlîseke paqijtir" dest bi kampanyaya paqijiyê kir.

Ekîban di çarçoveya kampanyaya paqijiyê de bermayiyên li rêbejê û taxan kom kir.

Midûrê Karên Paqijiyê Murat Yildiz daxuyand ku bi germbûna hewayê re dest bi karên paqijiyê kirin û wiha axivî:
"Xebatên me wê li gor planê bimeşin. Ji bo welatiyên me ji ber toz û bermayiyan aciz nebin me dest bi xebatan kir. Herwiha di vê mijarê de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê welatiyên me. Divê welatî di mijara paqijiya derdor û hawirdorê de hesas bin."