22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2016
AGRI
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî barîna berfê li Agiriya ku ji Antartîkayê sartir e ji bo ku welatî xwe ji sermayê biparêzin sobe danîn rawestgehan.
Li Antartîkaya ku lê havîn e do germahiya hewayê di binê sifirê da 24 pile bû û îro jî di binê sifirê da 23 pile ye. Li Agiriyê jî germahiya hewayê pêr di binê sifirê da 28, do bi şev di binê sifirê da 27 pile hat pîvandin.
Li bajêrê ji ber sermayê hin caran germahiya hewayê dadikeve di binê sifirê da 30 pileyî ji bo rêwiyên ku li rawestehan li hêviya otobês û minibêsan disekinin tiştekî teze hat kirin.
Kordînatoriya Agiriyê ya ARAS EDAŞê ji bo ku sobeyên ceyranê daynin 8 rawestgehên li bajêr dest bi xebatan kirin. Wezîfedaran di çarçoveya xebatan da pêşiyê sobeyên ceyranê danîn 3 rawestgehan ew ê di demeke kin da sobeyan daynin 5 rawestgehên din jî.
Li bajêr di saya sobeyên ku 24 saetan vêdikevin zarok û welatî çaxa ku li hêviya wesayîtan disekinin li rawestgehan serma nakin.
- "Xelk jî jê xweş e"
Kordînatorê Parêzgeha Agiriyê ya ARAS EDAŞê Fîkret Turkmen di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku zivistana sala îsal, dijwartirîn zivistaneke salên vê axiriyê ye. Turkmen bal kişand ku ew hewl didin wekî ku xelk mexdûr nebe û wiha pê da çû:
"Ji bo ku hema qet nebe mexdûriyeta welatiyan hinekî were çareserkirin, me wekî şirket sobeya ceyranê danî rawestgehên otobusan. Me bi vî awayî xwest ku mexdûriyeta welatiyan û bi taybetî jî ya zarokan were çareserkirin. Piştî sepandina vê projeya me, xelk jî jê xweş bû. Di qonaxa pêşiya me emê bixebitin ku sobeyên ceyranê daynin rawestgehên din jî."
Turkmen destnîşan kir ku digel sir û sermayê ew hewl didin ku rê li ber qutbûna ceyranê bigirin û wiha dewam kir:
"Wekî kordînatorî me plana rewşa bilez amade kir û bona rewşên bi vî awayî me ekîb saz kirin. Armanca me ew e ku welatî mexdûr nebin û ceyrana wan qutbûyî nemîne. Helbet di van şert û mercên zivistanê da di vê sir û sermayê da ekîbên me jî carna mecbûr dimînin û ji wesayîtên xwe peya dibin, 2-3 kilomêtro rê dimeşin û wisa digehêjin ciyê erizeyê. Bi rastî jî ekîbên me di nav şertên dijwar da dixebitin. Em dixwazin welatiyên me hinekî bi sebr bin."
- "Gelekî bi kêr e"
Ji welatiyan Îsmaîl Înk diyar kir li bajêr ji ber rawestgehên bi soba hatin çêkirin gelek kêfxweş bûn û bi bîr xist ku li Agiriyê germahiya hewayê di bin sifirê da heta 35 pileyî dikeve û wiha domand: "Serê sibehê xwendekarên me li rawestgehê hindik ma biqefilin. Lê niha bi rastî jî ev yek gelekî bi kêr hat. Ev tiştekî baş e. Ez ji hemû rayedaran ra ji ber ku li Agiriyê tiştekî wiha kirin, spas dikim. Gel ji vê yekê razî ye. Ez bi xwe jî niha xwe li berê germ dikim bi rastî jî gelekî bi kêr e."
Ji şêniyên bajêr Yusuf Yîgît jî ji ber vê tevgerê ji rayedaran ra spas kir û got ku sepandineke gelekî baş û bi kêr e.
Necmettîn Tekel jî ragihand ku di hewaya sar da li rawestgehê sekin gelekî bi zehmet bû û ev yek bi saya sobayê êdî hêsantir e û em ji vê yekê razî ne.