24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
ERZURUM
Li rojhilata Anadoluyê hewaya herî sar bi şev li Tekmana navçeya Erziromê di bin sifirê 32,2 pile hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12an a Meteorolojiyê hat hildan, giştiyê herêmê dê nava rojê ewrawî be.
Bi şev hewa herî sar di bin sifirê de li Tekmana navçeya Erziromê 32,2 pîle hat pîvan, li navenda bajêr jî di bin sifrê de 21 pile hat pîvan.
Hewaya sar li Tekmanê nava rojê dibin sifirê 12 pile hat pîvan. Bi 12 pilayen Tekman 3 qatî Sibîryayê sar e.
Li giştiyê herêmê hewaya sar wiha hat pîvan; Li Agiriyê di bin sifirê de 31, li Qersê di bin sifirê de 27, li Îdir û Ezîrcanê di bin sifirê de 14 pile hat pîvan.
Nava rojê hewaya herî germ li Ezîrcanê 3, li Erdexanê di bin sifirê de 6, li Îdir, Erzirom û Qersê di bin sifirê de 7 li Agiriyê di bin sifirê de12 pile hat pîvan.
Qalindahiya berfê li Agiriyê 45, li Erziromê 27, li Qersê 16, li Erdexanê 15, li Îdirê 17 santîmetro hat pîvan.
Rayedaran ji bo qerm, cemed, mij û dûmanê hişyarî da.