24 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
BÎTLÎS/MUŞ
Li Bidlîsê ji bo kûçikên ku di stragehanda tên xayîkirin necemidin û şil nebin, kesên ji heywanan hez dikin tînin qocixên ku di hindurê wan da qumaşê polar heye, li wan dikin.
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê ji ber ku pir sar e, heywanên kuçe û kolanan digerin jî dicemidin.
Şaredariya Bidlîsê û kesên ji heywanan hez dikin, li navenda bajêr sitargehek çêkirine û nêzî 100 kûçikî di sitargehê da xayî dikin.
Di nav kûçikan da cisnê Dalmaçyayê û gurê Sîbîryayê jî heye. Xarina kûçikan û baraniyên ku di hindurê wan da qumaşê polar heye û li kûçikan dikin, ji aliyê kesên heywanhez va tên peydakirin.
Beytar Dîlan Hîsar li sitargeha kûçikan wezîfedar e. Hîsarê daxuyanî da rojnamegeran û got ji bo ku kûçik necemidin, ew qocixên ku di hindurê wan da qumaşê polar heye, li wan dikin.
- Mûş
Şaredariya Mûşê di sala 2015an da ji bo heywanên kuçe û kolanan Mala Berwext a Rehabîlîtasyona Heywanên Kuçeyan çêkir û tê da 85 heywan hene.
Beytar Semîh Turkşen li mala heywanan wezîfedar e. Turkşen got, wexta ku hewa sar dibe, ew heywanan dixin kûlikan.
Turkşen diyar kir, di bin kûlikan da kauçuk hene û her kauçukek 5 santêm e. Turkşen got ku ew heywanan bi vî hawî germ xayî dikin.