Tirkiye

Ji bo 4 bajarên rojhilatê hişyariya aşîtê hat dayîn

Yılmaz Kazandıoğlu  | 12.01.2022 - Rojanekırın : 12.01.2022
Ji bo 4 bajarên rojhilatê hişyariya aşîtê hat dayîn

Van

 Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya aşît û cemedê hat dayîn.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be û berfê bibare, baranê ji şevê pê va tesîra xwe zêde bike.

Li herêmê ber destê sibê û bi şev cemedê çêbe, mijê bikeve û pûkê rabe.

Li herêmê germahiya hewayê ew ê ew ê wekî ya demsalê be bayê ji aliyê başûr û rojhilatê ra rabe.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Wanê 4, li Hekariyê 1, li Mûşê di binê sifirê da 1, li Bidlîsê jî sifir pile be.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bin, ji ber xetereya aşîtê ji herêmên berpal dûr bisekinin û bê tevdîr nemînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın