Tirkiye

Dayikên ji Bidlîs û Mûşê li bendê ne bigihîjin ewladên xwe yên PKKyê revandiye

İbrahim Yaldız, Şener Toktaş  | 10.05.2021 - Rojanekırın : 12.05.2021
Dayikên ji Bidlîs û Mûşê li bendê ne bigihîjin ewladên xwe yên PKKyê revandiye

Bitlis

 Malbatên li Mûş û Bidlîsê bi xeyala roja bigihîjin zarên xwe yên PKKya rêxistina terorê revandine çiyê dijîn.

Malbatên bi destê PKKya rêxistina terorê revandina zarokên xwe HDPyê berpirsyar dibînin bi çalakiya rûniştinê û banga teslîmbûnê va hewl didin bigihîjin zarên xwe yên hesreta wan mane.

Salîha Merta li Yolculara gundê Bidlîsê dijî û beşdarî çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kurê wê di sala 2015an da dema 17 salî bû alîgirên HDPyê yên li Stenbolê ew xapandin û birin çiyê.

Mertê got ku kurê wê yekî nêtxirab nebû û zehf pak bû û wiha pê da çû:

"Em nizanin ku ewladê min niha li ku derê ye. Me lêkolîn kir, pirsî. Ji me ra gotin 'bi ro da çû mir'. Me cinaze xwest gotin 'bi avê ra çû'. Kurê min sobaniyê dizane. Ji nêtbaşiya kurê min îstifade kirin wisa xapandin birin. Dema gotin mir ez û qîzên xwe gelekî li ber xwe ketin. Bi min kurê min dijî. Ez diçim çalakiyên li Wanê jî. Bi îzna Xwedê û quweta hêzên ewlekariyê va em ê wan xilas bikin."

- "Dema hevalên kurê xwe dibînim cîgera min dax dibe"

Mertê got ligel hemû hewlan tu xeberek ji kurê xwe hilneda û wiha axivî:

"Kurê min revandin çiyê. Carekî li me bigeriya bigota ez im em ê bigihîştina wî. Dema hevalên kurê xwe dibînim cîgera min dax dibe. Me rojên zor derbas kir. Ji bo qîzên xwe li ser piyan im. Daxwaza min bi tenê ew e ku hemû dayik bigihîjin ewladên xwe. Gelek dayikên wekî min hene. Ji tirsê kes nikare dengê xwe derxe. Heke dengê xwe derxin em ê vê dozê qezenc bikin. Daxwaza me ew e ku zarokên din jî neçin. Bira êş û jan nekeve dil û cigerê tu kesî. Hetanî mirinê be jî em ê têkoşînê bidomînin. Yan em ê bimrin yan jî zarên xwe bînin."

Mertê bangî kurê xwe kir ku bira teslîm bibe û got bawer dike ku hemû dayik ê bigihîjin ewladên xwe.

- "Xwedê ji dewletê razî be ji me ra ev deriya vekir"

Gulbahar Tekera dayik a li pêşiya avahiya HDPyê ya Mûşê çalakiyê dike li bendê ye ku bigihîje ewladê xwe yê 8 sal berê xapandin û birin çiyê.

Tekera piştgiriyê dide çalakiya dayikên Diyarbekirê diyar kir ku kêm û zêde 2 sal e li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiyê dike.

Tekerê diyar kir ku wan du meh berê li Mûşê dest bi çalakiyan kir û wiha axivî:

"Em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em natirsin. Heta zarokên me neyên em ji vê derê ranabin. 8 sal berê kurê min revandin. Kurê min li serê çiyê birîndar e. HDP û PKK dibêje 'kurê we li cem me nîne.' Kurê min li wê derê ye, wêneya wî li cem min heye. Bira zarokên me bidin me. Kurê min werin teslîmî dewleta xwe bibin. Netirsin. Xwedê ji vê dewletê razî be ku ev derî ji me ra vekir."

- "Nobeta ewladan a ku dayikên Diyarbekirê meşand di nav civakê da serkeftî bû"

Doç. Dr. Yusuf Çinarê Serokê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Bidlîs Erenê jî diyar kir ku her çend medyaya navneteweyî cih nade çalakiya dayikên Diyarbekirê û pesê pê nake jî di vê çalakiyê da peyamên pir mezin hene.

Çinar diyar kir, ji sedî 38ê kesên ku teslîm bûne, hê di zarokatiyê da ji propagandayên PKKya rêxistina terorê ra bûne destiyê dasê û tevî rêxistinê bûne û wiha dewam kir, "Dema ku meriv guh dide piraniya kesên ku teslîm bûne û li raporên wan mêze dike, em dibînin ku ji nezaniya xwe tevî pêvajoyê bûne. Ji Ewropayê jî kêm kes beşdarî nabin, bi taybetî ji dewletên wek Fransa û Almanyayê beşdar dibin û ev jî nîşan dide ku ev dewlet di warê îstixbaratê da alîkariyê nadin Tirkiyeyê."

Çinar daxuyand, jinên Bosnayî yên ku eqrebayên wan di Komkujiya Srebrenîtsayê da hatine kuştin, dayikên Diyarbekirê ziyaret kirin û ev ziyaret girîng bû û ev êdî bûye çalakiyeke navneteweyî ku dayik gihîştine hev û dane destpêkirin.

Çinar daxuyand ku dayikên Diyarbekirê bi awayekî pir mesûm û însanî zarokên xwe dixwazin ku rêxistina terorê an jî şaxên wê ew li dibistanê an jî li ser kar xapandine û revandine.

Çinar wiha dewam kir:

"Kê qaîl dibe ku zarokên wan bi zanetî biçe mirinê? Ev çalakî çalakiyeke însanî ye ku zarokên wan li wan vegerînin û bidin wan. Heta niha li dijî rêxistina terorê çalakiyeke wiha bibandor dest pê nekiriye. Ya ku dikeve ser milê civakê ew e ku piştgiriyê bide vê helwesta baş û însanî. Li Ewropayê, li Fransa û Hollandayê zarokên gelek malbatan wiha revandine. Ji ber ku rêxistina terorê zarok û malbatên wan rast e rast tehdîd dike, nikarin derkevin ber civakê û bêje 'zarokê min hat revandin, PKK rêxistina terorê ye'. Li Ewropayê heke malbat ya xwe têxin yek, PKK wê di nezera gel da rastî zirarê were û rastî bertekên cidî were. Nobeta ewladan a ku dayikên Diyarbekirê meşand di nav civakê da serkeftî bûye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın