23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 24 Mijdar 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê hewaya herî germ di bin sifirê da 23 pile li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolijiyê hat hildan li giştiyê herêmê hewa wê ewrsayî û sayî be. Dibe ku serê sibê û bi şev qerm çêbibe û cemed bikeve, cî bi cî jî mij û dûman wê hebe.
Li herêmê germahiyê wê zêde neguhere û ji aliyê rojhilat û başûrê rojhilat va ba bê.
Rayedarên meteorolojiyê ji welatiyan xwestin ku bila tewdîrên xwe hildin û li hemberî hewaya sar, qerm û cemedê jî hay ji xwe hebin.
Li herêmê bi şev hewaya herî sar di bin sifrê da li Erdexanê 23 pile, li Qersê 12 pile, li Erzincanê 10 pile, li Erziromê 12 pile, li Agiriyê 12 pile û li Îdirê jî 7 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê ya herî zêde jî wê di bin sifrê da li Erdexanê 9 pile, li Qersê 1 pile, li Erziromê 0 pile, li Agiriyê 4 pile, li Erzincanê 8 pile û li Îdirê jî 6 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Qersê santîmek, li Erziromê 2 santîm û li Erdexanê jî 13 santêm hat pîvandin.
- Erdexanê cemed girt
Li Rojhilatê Anadoluyê li Erdexana ku hewaya herî sar di bin sifirê da 23 pile hat pivandin welatî nikarin derkevin derva û qalindahiya berfê 13 santîmêtro hat pîvandin.
Li Erdexanê ji ber semedê welatî zor û zehmetiyê dikşînin.
Li gor agahiyên Midûriyeta Meteorolojiyê ya Erdexanê wê heta dawiya hefteyê serma dewam bike.
Ji welatiyan Erdînç Balci diyar kir ku ji ber sermayê jiyan zor û zehmet bûye.