23 Mijdar 2016•Rojanekirin: 24 Mijdar 2016
HELEB (
Macîd el Eswed nexweşê çolyakê ye li Heleba bajarê Sûriyê di bin ablûkaya rejimê da dijî. Eswed got: "Zarokên min du roj in ji min sêva dixwazin. Ez jî dibêjim 'ku rê vebûn ez ê bînim'. Hûn bawer bikin me dirûvê sêvê ji bîr kiriye."
Ji 4ê îlonê heta niha aliyê rojhilata Helebê ku di destê mixalifan da ye, di bin ablûkaya rejimê da ye. Tu alîkariya mirovî nakeve bajêr, piraniya firûna jî piştî bomberanadina ku ev heftêyeke dewam dike, hatin girtin.
Tenê nexweşxaneyek dixebitî û ew jî di bombebarandina vê axiriyê da hat xerabkirin û gelek birîndar û nexweş wisa mane.
Ji şêniyên bajêr Macîd el Eswed daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew di piçûktiya xwe da bi nexweşiya çolyakê ketiye û ji ber ku vê gavê têrxida nabe, nexweşiya wî cardin pêş dikeve.
Eswed wiha got: "Beriya dorpêçkirinê ji ber ku min tiştin dixwarin, qudûm diketin çokê min û ez li ser xwe bûm. Lê êdî ez roj bi roj dihelim"
Eswed got ku tirsa min ew e heger dorpêç dewam bike, nexweşiya min dibe ku veguheze qansêrê û wiha xeberda:
"Bajêr her roj tê bordûmankirin. Heger ev der jî bê bordûmankirin, kê dê min ji vir derxîne? Ez êdî nikarim bimeşim û li ser piyan bimînim."
Eswed wiha got, "Dermanê kuxukê li aliyekî, bona zarokan em nikarin şîr peyda bikin. Li vir rewş pir xirab e."
Eswed herwisa bal kişand ku herî zêde zarok ji ber dorpêçê tengezar in û wiha got, "Zarokên min ev du roj in ji min sêva dixwazin. Ez jî dibêjim, 'bira rê vebin ezê bînim.' Bawer bin me dirûvê sêvê ji bîr kiriye."