01 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2015
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di saet 19.00an de qedexeya derketina derve dest pê dike.
Hat ragihandin ku, qedexeya derketina derva ya li 4 taxên navçeya Nisêbînê hatibû îlankirin, ew ê ji saet 19.00an şûnve li seranserê navçeyê bê tetbîqkirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê, li navçeyê ji bo pêkanîna pergala kamuyê, rê li ber sûcan girtinê, parastina maf û azadiyên welatiyan, qefaltina endamên PKKya rêxistina terorê û rê li ber girtina çalakiyên wan, ser girtina xendekên li herêmê hatine kolandin, rakirina barîqatên ser rêyan hatine danîn, pêkanîna ewlehiya welatiyan qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Hat bibîrxistin ku li gor madeya 11/C ya Qanûna Îdareya Bajêr a bi Jimareya 5442an, di saet 05.00an de, li taxa Gîrmelî, Kayadîbî, Tepeustu û Eskîhîsarê qedexeya derketina derva hat îlankirin.