01 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê di êrîşa biçek a endamên rêxistina terorê PKKê de binefserek û çawîşekî pispor cangorî bûn.
Li gorî agahiyan dema binefserek û çawîşekî pispor ji bo herin Fermandariya Alaya Taktîkê ya Sîlwanê, ji mala xwe derkretin, li ser kolana Diyarbekirê li otomobîlê siwar dibûn komeke terorîst bi çekên lûledirêj êrîşî wan kir.
Herdu leşkerên ku di êrîşê de giran birîndar bûn bi destê servîsa acîl a 112an rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Sîlwanê û digel hemû mudaxeleyan cangorî bûn. Ji bo terorîst bên girtin, dest bi xebatan kirin.