05 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
MARDİN
Li Nisêbîna ku operasyonên dijî rêxistina terorê lê temam bûye lê hê qedexeya derketina derva lê didome, Ahmet Denizê ku 41 sale melatiyê dike, di pêvajoya operasyonan da mizgefta xwe bê ezan nehişt.
Li navçeyê piştî ku operasyona ku bi mebesta girtina terorîstan, îmhakirina teqemeniyan, dagirtina kortalan, rakirina barîkatan û parastina can û malên welatiyan qediya TSK di karûbarê lêgerîn û kontrolê da berdewam e.
Li navçeya ku qedexeya derçûnê lê didome, di pêvajoya qedexe û operasyonan da mela Ahmet Denizê melayê Mizgefta Şêx Reşîd hemû rojan diçû bi sîstema merkezî ezan dida.
Deniz ji nûçegihanê AAyê ra axivî û anî ziman ku ji sala 1975an va melatiyê dike û 20 salê dawiyê li Mizgefta Şêx Reşîd di wezîfeya xwe da berdewam e û got, "Ev 40 sale ez mela me. Vîjdanê min razî nebû ku asîmanên Nisêbînê bê ezan bimînin. Ji ber vê yekê min ezan qet jê qut nekir."
- "Şukur ji Xwedê ra Nisêbîn bê ezan nema"
Deniz destnîşan kir ku ew ji bicih anîna wezîfeya kêfxweş e û wiha axivî, "Ji ber ku sîstema ezanê merkezî ye, ezana ku min dixwend li mizgeftên nav nisêbînê û yên li gındên wê dihate xwendin. Hîç gotineke ji banga 'Heyye ela esselah' xweştir nîne. Ji ber vê yekê ez gelekî kêfxweşim. Dilê min rehet e. Min 5 wextan ezan li vê camiyê xwend. Efradên cemaeta derdorê jî, Xwedê ji wan razî be, hatin mizgeftê."
- Miftiyê Mêrdînê Dursun Ali Coşkun, ji ber hessasiyeta wî, sipasiya Mela Ahmet Deniz kir.