Aborî

Li Nisêbînê piştgiriya têkoşîna dijî enflasyonê

Lijneya Rêveberiyê ya Borseya Bazirganiyê ya Nisêbînê daxuyanî da ku piştgiriyê dide têkoşîna dijî enflasyonê.

Haydar Şahin  | 20.10.2018 - Rojanekırın : 21.10.2018
Li Nisêbînê piştgiriya têkoşîna dijî enflasyonê

Mardin

MARDÎN

Lijneya Rêveberiyê ya Borseya Bazirganiyê ya Nisêbînê daxuyanî da ku piştgiriyê dide têkoşîna dijî enflasyonê.

Di seroktiya Necdet Aktaşê Serokê Lijneya Rêvebriyê ya Borseya Bazirganiyê da civîn hat kirin û piştî civînê daxuyanî hat dayîn.

Serok Aktaş diyar kir ku wekî Borseya Bazirganiyê û gelê Nisêbînê piştgiriyê didin hemleya têkoşîna dijî enflasyonê.

Aktaş got ku girîngiyeke mezin didin Bernameya Têkoşîna Dijî Enflasyonê ya bi destê Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak hat eşkerekirin û wiha pê da çû:

"Îstiqrara biha nîşana rewşa makroekonomiyê ye. Ji sala 2002yan vir da Tirkiyeyê hem malî hem jî siyasî îstiqrar domand, enflasyon daxist binê reqemên cot. Di van demên dawîn da ji ber zêdebûna bihayê dowîzê enflasyon dîsa zêde bû. Hem em hem jî xêrîdar di tengasiyê da man. Ne dewlet ne jî sektora taybet dikare bi tena serê xwe têkoşîna dijî enflasyonê bidomîne. Ev wezîfeya me hemûyan e. Têkoşîna dijî enflasyonê tê meneya têkoşîna dijî bêkariyê, faîza zêde jî."

Piştî daxuyaniyê endamên lijneya rêveberiyê ya Borseya Bazirganiyê broşurên Têkoşîna Dijî Enflasyonê li dikanan belav kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.