MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê komekê ji bo ku bertekê nîşanî birîna ceyranê bide rê girt lê belê polêsan midaxileyî komê kir.
Komê bi hinceta birîna ceyranê çalakî li dar xist û bi totikên erebeyan ve rêya Îpekyoluyê ji çûyîn û hatinê re girt.
Mixtarê Taxa Selahadîn Eyyubiyê Hayrettîn Çekir li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir ku bi birîna ceyranê ve navçe 5 saetan di tariyê de ma lê belê ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu rayedarek nedîtine.
Polêsan bangî çalakvanan kir ku bira rê vekin û paşê jî bi gaza îsotê ve midaxileyî komê kirin.
Piştî belavbûna komê, rêya ku 40 deqîqeyî girtî mabû hat vekirin.