Muş
Li Mûşê ji ber barana ku di rojên dawî da barî û berfa ku heliya, sûlav bi coştir diherikîn û ava çeman jî zêde bû.
Li bajarê ku zivistan lê dirêj û dijwar e, ji ber ku germahî zêde bû berfa li herêmên bilind jî dihele.
Ji ber berfa ku dihele û barana ku dibare, ava çem û sûlavan zêde bû.
Kesên ku siruştê û kişandina dîmenan hez dikin, diçin dîmenên sûlavan dikşînin.
Kenan Demirê wênekêşiyê hez dike ji endamên çapemeniyê ra got ji ber ku bihar tê siruşt jî zindî dibe.
Demir anî ziman ku berfa li Çiyayê Kurtîkê dihele û ev jî ava çeman zêde dike, ew jî hatine li vir ku bedewiya siruştê bibînin.
Muhammed Eren Yondem jî got piştî ku hewa germ bûye ew derketine siruştê û wiha axivî: "Piştî baranê tavê rûyê xwe nîşan da. Em sûlavên ku ava wan piştî helandina berfê zêde bûne digerin. Mûş cihekî pir xweş e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
