Jiyan

Li Stenbolê baran dibare

İrem Demir, Yasin Cingöz, Ali Osman Kaya, Alper Korkmaz  | 29.03.2026 - Rojanekırın : 29.03.2026
Li Stenbolê baran dibare Ali Osman Kaya

Istanbul

Li Stenbolê barana ku ji duh va dibare bû sedema hin tengasiyan.

Li Beşê Ewropayê li Beyoglu, Beşîktaş, Fatîh û Şîşliyê ji ber barana ku dem demî zêde kir, hin welatiyan xwe spartin bin rawestgeh, deriyê avahiyan, bin sivêrnekan û cihên sergirtî. Ji ber baranê ajokar jî di trafîqê da hêdîka çûn.

Li Buyukçekmeceyê li taxên Guzelce û Turkobayê rogarê di ser ra avêt, di rêyan da av gol bû. Li Taxa Murat Çeşmeyê jî rê di bin avê da man, welatî bi zehmetî meşiyan.

Li Beşê Anadoluyê jî baran li Çekmekoy û Umraniyeyê barî.

Ji xeynî vê mija ku li xeta Tengavê sibê zû derket, heya nîvro dewam kir.

Li gorî ragihandina Xetên Bajêr, ji ber şertên neyînî yên hewayê, seferên ber bi Modayê yên Xeta Bostanci-Moda-Kabataşê heya ragihandineke din dê neyên kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın