Sabri Yıldırım
06 Gulan 2021•Rojanekirin: 11 Gulan 2021
Li Mûşê di çarçoveya "Projeya Zincîra Sar a Şîr" da li 24 gundan navendên berhevkirina şîr hatin avakirin û kapasîteya navendên şîr 57 ton e.
Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) projeyê kordîne dike û Yekîtiya Rêncberên Dewarên Dermale ya Mûşê û Yekîtiya Hilberînerên Şîr a Kop û Milazgirê jî projeyê dimeşîne. Tê payîn ku bi projeyê va salê 50 milyon lire piştgiriya aboriyê çêbibe.
Kordînatorê Ofîsa Piştgiriya Veberhênanê ya Mûşê a DAKAyê Dr. Muhammed Alî Yildirim daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku Wezareta Sanayî û Teknolojiyê proje par pesend kir.
Yildirim daxuyand, wan weke bajarê pîlot Mûş neqand û li Mûşê dest bi xebatan kir û wiha dewam kir, "Li navendê 17, li Kopê 7 me bi tevahî li 24 herêman navendên berhevkirina şîr ava kir. Kapasîteya me bi tevahî 57 ton e û em rojê du caran ji rêncberan şîr dikirin. Avantaja herî mezin a projeyê ew ku rêncberên me yên ku wê heywandariyê bikin, dahata wan wê zêde bibe. Ji gundan ber bi bajaran va, ji baran jî ber bi bajarên mezin va koçeke pir cidî heye. Nifûsa Mûşê roj bi roj kêm dibe. Ji bo ku nifûsa deverên gundewar kêm nebe, karê herî girîng ê ku divê were kirin, projeyên pêşketina deverên gundewar in. Navendên berhevkirina şîr wê dahata rêncberên me zêde bike."
Yildirim destnîşan kir ku par ji rêncberan lîtreya şîr bi lireyek û 30 qurişî dihat kirîn, bi avabûna navendan va bihayê lîtreya şîr ji rêncberan 2 lire û 60 qurişî tê kirîn û daxuyand bi 30 quriş piştgiriya dewletê va dahata cotkaran zêdetirî ji sedî 100 zêde bû.