Zafer Tayfur
06 Gulan 2021•Rojanekirin: 07 Gulan 2021
Li Başqeleya navçeya Wanê teyrê bazê birîndar ê ku wezîfedarê paqijiyê dîtibû tê dermankirin.
Yavuz Kizilaltunê xebatkarê Midûriyeta Parastina Hawirdor û Paqijiyê li Taxa Eşmepinarê teyrê baz ê birîndar dît û ji bo dermankirinê bir Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Navçeyê.
Wezîfedaran teyrê baz teslîm hildan û birin Navenda Rehabilîtasyon û Parastina Heywanên Kovî ya YYUyê.
Kizilaltun destnîşan kir ku li Taxa Eşmepinarê teyrê baz ê birîndar dît û wiha pê da çû: "Baskê teyr şikestibû. Min ji bo dermankirinê anî Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Navçeyê. Înşaellah ew ê pak bibe."
Yunus Emre Tepeyê Beytar ê Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Navçeyê jî got teyrê baz ji bo dermankirinê neqlî Navenda Rebilîtasyon û Parastina Heywanên Kovî ya YYUyê kirin.