Li Bidlîsê Sûlava Gumuşkanatê ku ji 70 metre bilind e li benda ziyaretvanan e
Bitlis
Li Mûtkiya navçeya Bidlîsê li gundê Gumuşkanatê, Sûlava Gumuşkanatê ya ku ji 70 metreyan tê xwarê bi dîmena xwe ya bêhempa balê dikişîne.
Sûlava li nêzîkî gundê 30 kîlometre dûrî navçeyê, bi xwezaya xwe ya çavpêneketî li benda ziyaretvanan e.
Ciyê sûlava ku ji tehtên bilind diherike û tê xwarê, ji studyoyekê ne cudatir e, lewma sûlav xwezahez û wênehezan cezb dike.
Sûlava ku bi bedewiya xwezaya xwe va li bendê ye li rotayên ger û geştê zêde bibe, bi droneê hat kişandin.