Hilmi Tunahan Karakaya
07 Gulan 2021•Rojanekirin: 08 Gulan 2021
Hat ragihandin li bendê ne ku li Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî, Tuncelî û Îdirê şilî bibare.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, li dorberê Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî, Tuncelî û Îdirê baranê bibare.
Germahiya hewayê ew ê ji ya demsalê kêmtir be, dibe ku ba rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê 6, li Qers û Agiriyê 7, li Erzirom û Tunceliyê 9, li Erzincanê 11, li Îdirê 12 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê 27, li Erzincanê 24, li Îdirê 21, li Erdexanê 17, li Qersê 16, li Erzirom û Agiriyê jî 15 pile be.