25 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2016
MÛSIL
Hat ragihandin ku kampên ku ji bo sivîlên ji ber şerê li Mûsilê direvin li başûrê rojhilatê herêmê hatin avakirin, tijî bûn û divê kampên nû werin avakirin.
Rizgar Ubeydê berpirsê Kampa Hazir û Hasan Şamê ji nûçegihanê AAyê re wiha daxuyand: "Ji destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê vir ve mehek derbas bû, ji wê gavê vir ve nêzî 50 hezarî penaber hatin kampê."
Ubeyd got ku ji ber operasyonan her roj nêzî hezarî penaberan sewqê kampan dikin û wiha dewam kir: "Di kampan da êdî cih nema. Di kampên me de êdî konên vala neman. Em sibê bi lez û bez dest bi avakirina kampa xwe ya 3yem a wê 5 hezar konî pêk were dikin."
Ubeyd diyar kir ku di nav yên ku têne kampê de gelek zarok hene, bi piştevaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) ew ê kondibistan werin avakirin û perwerdeya zarokan a nîvco ma li vê derê temam bibe û ji bo vê dest bi xebatê kirine.
Ubeyd destnîşan kir ku reva ji Mûsilê berdewam dike û îfade kir ku NYyî li herêmê wê ji bo 200-300 hezar penaberî kampan avabike.
Kizilaya Tirkiyeyê, Kizilaya Iraqê, NY û rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî bi dor li kampan alîkariyê belav dikin. Wexta li Kampa Hazirê alîkarî li penaberan belav dikirin, hat dîtin ku însanên li vir ji bo pakêtên erzaq bistînin hev du tehm didin.