Bülent Temiz
24 Sibat 2023•Rojanekirin: 25 Sibat 2023
Li Kanîreşa navçeya Bîngolê berfa li navendê kom dibe bi qamyonan dikişînin dervayî navçeyê.
Alîkarê Şaredarê Kanîreşê Sadrî Bîngol diyar kir ekîbên şaredariyê bi makîneyên kar û qamyonan berfa li navendê kom dibe dikişînin dervayî navçeyê.
Sadrî Bîngol destnîşan kir ji bo welatî bi rehetî li navçeyê bigerin û bimeşin berfa li navendê paqij dikin.