Sabri Yıldırım
24 Sibat 2023•Rojanekirin: 25 Sibat 2023
Li Dêrxasa navçeya Mûşê rêyên ji ber berfê girtî ne tên vekirin.
Rêya di navbera Motkana navçeya Bedlîsê û navçeya Dêrxasê da ji ber berf û bagerê hat girtin. Ekîbên Şeftiya Şaxa 113emîn ya Rêbejê ji bo rê vekin dixebitin.
Şefê Şaxê Mehmet Şerîf Andiç daxuyanî da û destnîşan kir ku ev rê ji ber berf û bagerê her gav tê girtin û wiha got, "Ji ber bagerê rê hema tên girtin. Talûkeya aşîtê heye, lê dîsa jî ekîbên me ji bo rehetiya welatiyan dixebitin."
Operatorê makîneya kar Îdrîs Karakan jî diyar kir piştî şeveqê rê vekirine li sê ciyan aşît çêbûye û wiha got, "Em dîsa jî dixebitin. Li hin ciyan ji ber bagerê qalindiya berfê 5-6 mêtro ye."