Özgün Tiran,Mesut Karaduman
24 Sibat 2023•Rojanekirin: 27 Sibat 2023
Di erdhejên Kahramanmaraşê da li Îslahiyeya navçeya Gazîentabê bi dehan çewalên ku tê da îsotên hişkirî hene, nehişt ku avahiya sê qatî bi temamî hilweşe.
Erdhejên ku di 6ê Sibatê da li Bazarcix û Elbistana navçeyên Kahramanmaraşê çêbûn, li Îslahiyeyê jî avahî kavil kirin.

Li navenda navçeyê avahiya sê qatî ku 18 kes tê da diman, di erdhejê da zirar dît.
Avahî li ser çewalên îsotên hişkirî rûnişt û xwar bû.
Piştî erdhejê şêniyên avahiyê xwe ji qata duyem ra avêtin û derketin derva.

Mexdûrê erdhejê Davut Karakuş ji nûçegihanê AAyê ra got ku avahî saya çewalên îsotan kavil nebû.
Karakuş daxuyand ku avahî di erdhejê da bi alîkî va xwar bû, bi saya 45 ton îsotên hişkirî yên nava çewalan ku di binê avahiyê da bûn, ew filitîn.
Dema ku erd hejiya, çewalan nehişt ku avahî were xwarê û wiha dewam kir:
"Em bi wesîleya van îsotan filitîn. Pêşiyê Xwedê paşê van îsotan em li ser piya ne. Me di erdhejê da xwe ji paceya avahiyê ra avêt derva. Pişta jina min û ya bavê min şikest. Hemd ji Xwedê ra ku em saya 45 ton îsot filitîn. Ev çewal nebûna, avahî wê bi temamî bihata xwarê."
Karakuş diyar kir, aliyê ku çewal tê da tunebûn, hilweşiya û wan bobelateke dijwar derbas kir.