Önder Beyter
23 Adar 2021•Rojanekirin: 24 Adar 2021
Tê texmînkirin ku li paytextê ji êvarê pê va şilope û berf dê bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, li Enqereyê barana ku nava rojê barî dê ber êvarê vegerîne şilope û berfê.
Her wiha tê texmînkirin ku îşev û ber destê sibehê bi qasî 8-12 santîmetreyî berf dê bibare.
Li hemberî rewşên neyînî yên wekî astengiyên di çûn û hatinê da, cemed û hişkiyê zehf girîng e ku mirov baldar û bi tedbîr be.