Önder Beyter
23 Adar 2021•Rojanekirin: 24 Adar 2021
Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê ya li Sariqamûşa navçeya Qersê, biharê di meha adarê da jî turîstan diezimîne.
Bi barîna berfa dawîn va sitûriya berfa pîstên etaba duyemîn ên navendê gihîşt 135 santîmetreyî.
Ji ber ku germahiya hewayê bi şev dadikeve binê sifirê, qalîteya berfa navenda kaşûnê di dawiya meha adarê da jî mîna ya zivistanê ye. Turîstên xwemalî û biyanî ji xwe ra kaşûn û snowboardê dikin û xwe bi xizekan dişiqitînin.
Hîndekarê kaşûnê Adem Şen ji peyamnêrê AAyê ra got ku di rojên dawîn ên adarê da jî li herêmê kêfa kaşûnê berdewam e.
Şen bal kişand ku bi ketina berfa dawîn va qalîteya berfa pîstan di pileyeke baş da ye û wiha dewam kir, "Di meha adarê da em kêfa kaşûnê dikin. Niha zêdeyî metreyekî berf heye. Heya 10ê Nîsanê sezona me didome. Em li benda kaşûnhezan in ku bên Sariqamûşê."
Erkan Eyup Aslanoglu ku ji Bursayê hatiye, diyar kir ew di biharê da kêfa kaşûnê dikin û her wiha ew hejmetkarî Sariqamûşê bûn.