Bülent Temiz
11 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2024
Li deverên bilind ên Kanîreşa (Karliova) Bîngolê berf ket.
Li Kanîreşê ji meha mijdarê vir va bi navber berf dibare û tengasiyê dide kişandin.
Bi taybetî li deverên bilind berf zêde barî û li texma Çiyayê Kartalê û li gundê Bahçeyê yê ku 15 kîlomêtre dûrî navenda navçeyê ye, qalindahiya berfê cî bi cî ji 3 mêtreyan zêdetir e.
Li texma Çiyayê Kartalê makîneyên kar di nava berfê da winda bûn û ji bo vekirina rêyan makîne xebitîn.