Yunus Hocaoğlu,Sidar Can Eren,Abdullah Söylemez,Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,İdris Karaoğlu
12 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2024
Li Erzirom, Tuncelî, Agirî, Erdexan û Qersê bi barîna berfê ra navendên bajaran û navçe spîçîl bûn.
Li Erziromê duh êvarê barîna berfê dest pê kir û heya ber destê sibehê dewam kir. Navenda bajêr bi berfê spî bû.
- Tuncelî
Li navçeyên Tunceliyê Ovacix û Pulumurê jî sermaya ku ev qederek e didome, vegerand berfê.
Bi barîna berfê ra kuçe û kolan û her wiha parq û baxçe spî bûn.
- Agirî
Li Agiriya ku tesîra sir û seqemê berdewam e bi şev berf barî û kuçe kolan spîçîl bûn.
Esnaf berfa li pêşiya kargehên xwe avêt, ekîban jî xebata avêtina berfê da destpêkirin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî sir û seqem û her wiha barîna berfê bi bandor e.
Ji ber berf û hişkiyê li ser rê û baniyan cemed çêbû.
- Qers
Li Qersê piştî barîna berfê ya duh dest pê kir û bi navber dewam kir, navenda bajêr spîçîl bû.
Keleha Qersê ya di bin berf û mijê da bi dronê hat kişandin.
Li Sariqamîşa navçeya Qersê jî nebat û darên di bin berfê da dîmenên sipehî derxistin holê.