Emre Ilıkan,Sayim Harmancı,Nevzat Umut Uzel,İbrahim Yaldız,Veysel Eşin,Şener Toktaş,Ulaş Güven
14 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2024
VAN (AA) - Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê berf û bagerê rêya 1144 cî û waran girt.
Li Wanê du roj in berf dibare û bager radibe, di çûyîn û hatinê da tengasî derdikeve û welatî tengasiyê dikişînin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, li tevahiya bajêr rêya 672 cî û waran hat girtin.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêya tax, rêyên sereke û kuçeyan 390 wesayît û 618 personel dixebitin.
Ekîbên Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejan jî di rêyên bajêr da berf verotin.
Ekîbên şaredariyê ji bo ku welatî û şofêr tengasiyê nekişînin, berfa rê û peyarêyan bi makîneyên kar birin herêmên din. Welatiyan jî berfa ber xanî û kargehên xwe paqij kirin.
Li taxa Çatbayirê ya li ser navçeya Bahçeserayê mixtarê taxê Eyup Kayanê 42 salî nexweş ket. Ji ber ku rêya taxê girtî bû, ekîbên berfê pêşiya ambulansê çû û rê vekir. Kayan paşê ji mala wî hildan û birin nexweşxaneyê.
Li navçeya Edremîtê ya li ser navendê jî qalindahiya berfê ji 60 santêmî zêdetir bû û berfê xaniyên yekqatî, wesayît û rawestgeh pêçan.
- Hekarî
Li bajêr 3 roj in berf dibare û li deverên bilind qalindahiya berfê ji 2 mêtreyî zêdetir bû.
Li gor agahiya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat hildan, ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 298 cî û waran hat girtin.
Ji bo ku welatî tengasiyê nekişînin, ekîbên berfê dixebitin.
Ekîbên rêbeja û şaredariyê jî ji bo paqijkirina berfa li ser rê û kuçeyan dixebitin.
Li bajarê ku ji ber berfê çîlspî bûye şofêran di trafîkê da tengasî kişand.
Welatiyan hewl dan ku berfa li ber mal û kargehên xwe û ya li ser wesayîtên xwe paqij bikin.
Li navçeya Yuksekovayê esnaf Baran Albayrak li ber kargeha xwe bi berfê peykerê wesayîtekê çêkir.
Albayrak wiha got: "Çêkirinê wê qasî 2 saetan kişand. Xwendekarên ku peyker dîtin hatin û li ber wê wêne kişandin."
- Mûş
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku ji ber berfa ku 2 roj e dibare rêya 114 gundan hat girtin, ji wan 104 rê hatin vekirin.
Yentur got ji bo 10 rêyên din jî bên vekirin ekîb li qadê dixebitin û ji bo rewşên acil jî ew amade ne.
Li Milazgira navçeya Mûşê ji ber hewaya sar li ser dar û beran qiravî çêbû.
Hin welatiyan betanî avêtin li ser wesayîtên xwe ku ew qeşayê negrin.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr ya Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berf û bagerê rêya 165 gundan hatin girtin.
Kurtkan got ekîb ji bo vekirina rêyan xebatên xwe bênavber didomînin.
Ekîbên şaredariyê û rêbejayê li navenda bajêr û kuçeyên sereke berfê paqij dikin.
Hin welatiyan berfa li ser wesayît û ya li ber kargehên xwe paqij kir.