Li Bidlîsê di berf û hewaya sar da karê dijwar a ajalvanan dewam dike
Bitlis
Li Tetwana navçeya Bidlîsê ajalvan digel şert û mercên zivistanê yên dijwar û serma û seqemê heywanên xwe xwedî dikin.
Berfa ku li bajêr bi navber dibare li herêmên gundewar bandoreke neyinî li jiyanê dike.
Li gundê Çanakduzuya ku germahiya hewaye 15 pile dikeve bin sifirê, xanî, gom û tewle bi befê nixumîne, ajalvan li ser berfa ku bi lingê xwe ditepisînin alif didin heywanên xwe û heywanên xwe xwedî dikin.
Ajalvan Maşallah Demir got ku pez û dewaran xwedî dike.
Demir behs kir ku zivistanê di nav şertên dijwar da dixebitin û got "Em debara xwe bi ajalvaniyê dikin. Ji karê xwe hez dikin, em li gund û warê xwe vî karê dikin. Ciwanên li gundên hawirdorê koçî bajarên mezin û bajarên rojava dikin lê em li gundê xwe jiyana xwe didomînin."
Ji ajalvanan Kemal Tumer jî got "Li vir şertên zivistanê her çiqas dijwar bin jî em mecbûr in ku karê xwe bikin. Wekî ku hûn dibînin heywanên me li hevşiyên bi kevir hatine çêkirin dimînin. Li derva mêtroyek berf heye, em li ser berfê heywanên xwe xwedî dikin. Em rojê sê danan alif didin wan."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
