Mustafa Mert Karaca
02 Îlon 2026•Rojanekirin: 02 Îlon 2026
Walîtiya Stenbolê ragihand ku li peravên Sîlîvriyê du keştiyên bazirganiyê yên bi alaya Tirk li hev qelibîne û peywendî bi 10 personelên di keştiyekê ra nehat danîn.
Di daxuyaniya Walîtiya Stenbolê da wiha hat gotin, "Derdora saet 03.00yan da, 18 mîl li başûrê peravên Sîlîvriyê, keştiya bazirganiyê ya bi alaya Tirk ya bi navê Alsu ku ji Kocaeliyê diçû Aliagayê û keştiya bazirganiyê ya bi alaya Tirk ya bi navê Tugberk Îmamoglu ku ji Bendera Îskenderûnê diçû Eregliya Karadenîzê li hev qelibîn."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku gelek tîmên deryayî yên Ewlekariya Qeraxan, Fermandariya Ewlekariya Keştiyan a Marmara û Tengavan û helîoptereke ewlekariya qeraxan sewqî cihê bûyerê hatin kirin û wiha hat gotin, "Li gorî tesbîtên pêşîn ên tîmên ku gihîştin herêmê, di keştiya bi navê Alsu da tu xesareke berçav nehat dîtin. Lêbelê heya vî çaxî peywendî bi keştiya bazirganiyê ya bi navê Tugberk Îmamoglu û 10 personelên wê ra nehatiye danîn. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên tîmên li herêmê didomin."