Li Bexdayê erebeyên hespan hê jî di rewacê da ne
Li Bexdaya paytextê Iraqê ji ber ewlehiyê erebeyên hespan hê jî di rewacê da ne
Baghdad
BEXDA
Li Bexdaya paytextê Iraqê ji ber ewlehiyê hê jî erebeyên tên emilandin.
Kesên bi erebeyên hespan debara xwe dikin serê sibehê zû li Bazara Şorcayê ku heta niha bi dehan caran rastî êrîşên bombeyî hatiye kom dibin. Xwediyên erebeyên hespan û hemal digel kêmasiya bûhayê hê jî di vî karî da xwêdan didin. Kesên bi vî karî ra eleqedar dibin divê di heman demê da siwarekî baş bin jî.

- Ji ber ewlehiyê têketina wesayîtan qedexe ye
Nibras Ebasê ku 20 sal ev kar kir û niha patron e û bi dehan kes li cem dixebitin der barê barkêşiya bi kaşkeyê va agahî da nûçegihanê AAyê û got: "Em bi erebeyên hespan bar dibin nav Bexda û bajarên li derveyê Bexdayê. Bazara Şorcayê ya dîrokî navenda vî karî ye. Evder cihekî pir qelebalix e û ji ber ewlehiyê destûrê nadin ku wesayît bikevin vê derê. Ji ber vê jî barên li van deran em bi erebeyên hespan dibin û tînin."

Amir Ebasê ku 8 sal e debara xwe bi vî karî dike jî got ku ew hêj zarok bû ji bavê xwe hînî siwariyê bû û wiha pê da çû: "Ez ji hespan zêde hez dikim û ji ber vê jî min dest bi vî karî kir. Hesp dema hêrs bibin û yan jî nexweş bikevin ez fehm dikim. Dema hewa germ be hesp jî mîna mirovan aciz dibin."
Li Bazara Şorcayê ya paytext Bexdayê ku ji dema Ebasiyan maye û digel bi dehan êrîşên bombeyî hê jî li ser xwe ye tevdîrên ewlehiyê yên berfireh tên hildan. Bazara ku ji ber êrîş û bêxwedîtiyê di halekî bêhal da ye hê jî li ser xwe ye. Li bazarê biharatên ku ji Hindistanê tên gelek in û herî zêde jî seranserê mehên remezanê û di cejnan da welatî berê xwe didin vê bazarê.
Bazara Şorcayê di heyama Waliyê Osmaniyan da ji hêla Nazim Paşa va hat firehkirin û bû navenda aborî û bazirganiyê ya wê heyamê û wê rola xwe digel tundî û pirsgirêkan îro jî didomîne.
