Ciwanê ji Diyarbekirê bi helbesta xwe qala 15ê Tîrmehê kir
Engîn Temîzê li Diyarbekirê dijî helbesteke qala qehremaniya 15ê Tîrmehê dike, nivîsî
Diyarbakir
DİYARBAKIR
Engîn Temîzê 28 salî yê ku li Bismila navçeya Diyarbekirê dijî helbesteke qala qehremaniya li dijî hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya FETOyê hat nîşandan dike, nivîsî.
Temîzê li Bismîlê dijî got ku îmana di dilê gel da û diayê ku wê şevê hatin kirin pêşî li derbeya 15ê Tîrmehê ya FETOyê birîn.
Temîz wiha axivî: "Mezinên dewleta me û welatiyên me yên dilsoz bi hev ra li dijî derbeyê derketin. Me bi hev ra wekî Çeneqeleyê pêşî li derbeyê birî. Xuşk û birayên me yên bawermend ên Tirk, Kurd, Çerkez, Laz û Ereb ên li Trabzon, Diyarbekir, Edirneyê bi hev ra pêşî li derbeyê birîn. Di bûyerên wê şevê qewimîn da dinyayê dît ku merivên me ji bo welatê xwe, xwe feda kirin."