Sagip Sezginer,Hüseyin Yıldız
10 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2022
ERZURUM (AA) - Li 7 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf tê payîn, bi şev germahiya herî kêm di binê sifirê da bi 15 pileyan va li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê parçe ewrayî û pir ewrayî be, dem demî jî berf wê bibare.
Ber destê sibê û şev mij, moran, qeşa û cemed wê hebe.
Germahî wê li gor demsalê be û ji aliyê başûr û başûrê rojhilat va ba wê nerm bê û ewê car caran jî tesîra xwe zêde bike.
Germahiya herî kêm a bi şev li Tuncelî û Erzîncanê pileyek, di binê sifirê da li Agiriyê 15, li Erdexanê 13, li Qersê 9, li Erzirom û Îdirê 3 pile hat pîvan.
Di nav rojê da jî tê payîn ku germahiya herî zêde wê li Îdirê 6, li Tunceliyê 4, li Erzîncanê 2, li Erziromê 0, di binê sifirê da li Agiriyê 2, li Qersê 3, li, Erdexanê jî 10 pile be.
Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê jî li Palandokenê 110, li Erganê 40, li Konakliyê 38 santêm hat pîvan.
- Îdir
Li Îdirê ji ber sermayê çem û robar, bendavan qeşa girt.
Germahiya hewayê di binê sifirê da heta 10 pileyan kêm bû.