İbrahim Yaldız,Sayim Harmancı,Yılmaz Kazandıoğlu,Şener Toktaş,Serdar Adıyaman
10 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2022
Li Wan, Bidlîs û Mûşê ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 622 gundan hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, li bajêr ji ber berf û bagerê rêya 158 cîwaran hat girtin.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan xebat dan destpêkirin.
- Mûş
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur destnîşan kir, li bajêr ji duh bi şev vir va berf dibare.
Yentur diyar kir ji ber berfê rêya 261 gundan hat girtin û wiha got, "Ji bo ku welatiyên me mexdûr nebin, em ê di kurtedemekê da rêyên girtî vekin. Ekîbên me ji duh bi şev vir va xebatên xwe didomînin."
Ekîbên şaredariyê li bajêr berfa li ser kuçe û kolanan paqij kir.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan diyar kir, li bajêr ji ber barîna berfê rêya 203 gundan hat girtin.
Kurtkan bal kişand, ji bo ku welatî mexdûr nebin, wan xebat dan destpêkirin ku rê di kurtedemekê da bên vekirin.
Ekîbên şaredariyê û yên rêbejayê jî berfa li ser rê û peyarêyan paqij kir.
Ji ber berfê welatî û ajokaran zehmetî kişand.
Li navçeya Xelatê jî berfeke zêde barî. Li navenda navçeyê stûriya berfê gihîşt 20, li ciyên bilind jî gihîşt 50 santîmetreyî. Li navçeyê hin wesayît di bin berfê da man.
- Hekarî
Li Hekariyê jî berfa ku nîvê şevê dest bi barînê kir û dem demî zêde kir, tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li bajarê spî bû, welatî û dikandaran berfa li pêşiya mal û kargehên xwe paqij kirin.
Ekîbên şaredariyê, rêbejayê û rêveberiya taybet a parêzgehê berfa li ser rê û peyarêyan paqij kir.
-Li Rojhilatê rêya 148 tax û gundan hat girtin
Li Erzirom, Erzîncan û Tunceliyê ji ber berf û bagerê rêya 148 tax û gundan hat girtin.
Li Erziromê ji ber berfa ku şev barî di hatin û çûyînê da zehmetî çêbû.
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin û Rêbejayê ji bo rê neyên girtin şev xebitîn.
Li bajêr rêya 20 taxan hat girtin, ji bo rê bên vekirin xebat dewam dikin.
Li Erzîncanê jî rêya 21 gundan hat girtin.
Tîmên şaredariyê û rêbejayê ji bo rêyên girtî vekin dixebitin.
Li Tunceliyê jî ji ber berf û bagerê rêya 107 gundan hat girtin.
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo rêyên girtî vekin dixebitin.