Jiyan

Li quntara Çiyayê Paganê dîmena bira bizinkoviyan hat kişandin

Mesut Varol, Özkan Bilgin  | 11.01.2022 - Rojanekırın : 12.01.2022
Li quntara Çiyayê Paganê dîmena bira bizinkoviyan hat kişandin

Van

Li Gurpinara navçeya Wanê jimara bizinkoviyên ku li ser Çiyayê Paganê dijîn û ji aliyê Midûriya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî (DKMP) û cendirmeyan va tên parastin, zêde bûne.

Li gor Lîsteya Sor a Cisnên Koka Wan li Ber Qelînê ne ku Yekîtiya Parastina Siruştê ya Dinyayê (IUCN) weşand, ev bizinkovî di vê lîsteyê da ne û li ser Çiyayê Paganê herêma Norduzê dijîn.

Ekîban ji bo parastina bizinkoviyan şêniyên li herêmê dijîn jî agahdar kirin û ekîb nahêlin ku tiştek were serê bizinkoviyan.

Çiyayê Paganê piştî barîna berfê spî bû. Bizinkoviyên ku li ser zinaran dijîn, ji bo biçêrin wekî bir digerin û xwe didin belekiyên berfê û heta quntarê çiyê berjêr dibin.

Piştî ku tarî dikeve erdê bizinkovî cardin berê xwe didin çiyê û dikevin şikeftan ku xwe ji sir û serma û heywanên dirinde biparêzin.

Nûçegihanên AAyê dîmena bira bizinkoviyan kişand û li gor tesbîtê jimara bizinkoviyan derketiye 254an.

Midûrê Şaxa Bajêr a DKMPyê Yunus Bakici ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji bo parastina jiyana kovî ekîb şev û roj dixebitin.

Bakici daxuyand, ji roja ku wan bizinkovî tesbît kirine û heta niha hêzên asayîşê li ser kar in û wiha dewam kir, "Bi taybetî îsal jimara wan pir zêde bûye. Em her ku diçin herêmê, em rastî birên wan tên. Me îsal 254 bizinkovî jimartin. Nêçîra wan teqez qedexe ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.