Sidar Can Eren
09 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2022
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi tesîra sermayê, dar û nebatan qiravî girt.
Navçeya Ovacixê ya raqim 1500 û her demsal xweşik û sipehî, bi barîna berfê ra spîçîl bû.
Li navçeya ku stûriya berfê cih cihan gihîşt metreyekê, ji ber ku nîvê şevê germahiya hewayê daket bin sifirê, dar û nebatan qiravî girt.
Bi girtina qiravê va dîmena dar û nebatan pir sipehî bû û digel Çiyayên Munzurê yên di bin berfê da menzereyeke xweşik çêbû.
Wênegirên ji navçeyê jî digel sir û seqemê derketin derva û wêneyên vê menzereya xweşik kişandin.