Muhammet Mutaf,Hüseyin Yıldız,Abdullah Söylemez
09 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2022
Li Erzirom, Agirî û Îdirê sir û serma jiyanê dixe tengasiyê.
Li Erziromê di sir û sermayê da duh mij çêbû û di mijê da camên wesayîtan û ser daran qiravî çêbû.
Hin welatiyên bajêr betanî li wesayîtên xwe wer kir.
- Agirî
Li Agiriyê jî bi baniyan va şembelîlk çêbûn.
Robarên bajêr qerimîn, welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe.
- Îdir
Li gundên çiyayî yên Îdirê jî zivistan dijwar derbas dibe.
Rêncber ji bo ku heywanên xwe şîv û taştê bikin, di sir û seqemê da dixebitin, zarok jî bi derfetên xwe, xwe dişiqitînin.
Zarokên gundê Mezraayê piştî barîna berfê li cihên ku cemed çêbû û bi bîdonan xwe li ser cemedê dişiqitînin.