Muhammed Gencebay Gür,Şükrü Gündüz
09 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2022
Li Stenbolê mij çêbû û mesafeya pêşdîtinê kêm bû.
Li tevahiya bajêr mij heye û şofêran farên mijê yên wesayîtên xwe vê xistin û bi kontrolî diçin û tên.
Li aliyê Anadoluyê ber bi Edirneyê va ser Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê û Pireya Fatîh Sultan Mehmetê trafîk heye.
Li gelek deverên Stenbolê mij heye, lê tesîra mijê ser çûyîn û hatina keştiyan çênabe.
Ji aliyê din va li gor daneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji saet 07.50yî pê va rêjeya qerebalixiya trafîkê ji sedî 11 hat pîvan.