KAHRAMANMARAŞ
Li Kahramanmaraşê hewa pir germ e û welatî nizanin dê çi bikin. Zarok dikevin hewzan, welatî jî li mizgeftan radizên û xwe hênik dikin.
Li bajêr germahî gelek zêde ye û welatî ji bo ku xwe ji germahiyê biparêzin serî li rê û rêbazên cuda didin. Hin kes li bin siya daran, hin kes li mizgeftan, hin kes jî di hewzan de wextê xwe derbas dikin.
Li bajêr danê nîvro germahiya hewa gelek zêde dibe, ji ber vê yekê jî welatî danûstandinên xwe di hênikayiya êvarê de dikin. Zarokên ku ji hewaya germ acizdibin jî guh nadin talukeyên hewzên susê û xwe diavêjin avê.